dîsan cejne û quřpêwan

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  600 Dîtin
ey xwa hawar wa cejnê tir hat
ca ba danîşim des be ejno û mat
wa dîsan cejne û quřpêwane û şîn
cejnîş meynete bo pyawî bê tîn
jin û kuř û kiç dewreyan dawim
wa lem beyneda minîş damawim
daway lîbas û zerd û sûr eken
arezûy dirêj, bîrî dûr eken
ełêm řołegyan amûzgarim
ḧiqûqim keme û zorîş qerzarim
ḧiqûq her tenya beşî nan eka
key beşî keyf û pê jyan eka
carê wam le bîr birînc û řona
wam le xeyałî qerzekey kona
cejnaney êwe û xizman û yaran
barêkî tirî naye ser baran
dizîş natwanim bê des û bê pêm
zindan cêgeme ger bizanin pêm
dewłet be madde û tebsere û qanûn
ełê minałit etopê be tûn
êweyş nafî’ bin ger beştan kem bê
do’a ken xełkî ’eqłyan cem bê!