yad’awerî

nameyekî tirî xałoy şipirze wate şêx ře’ufî zyayî bo ew
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  512 Dîtin
biray ’ezîzim selamûn ’eleyk
wal’afîة û walxîr û lidîkErebî
taran hatnitan bo min nafî’ bû
mezherî şadî û bo ẍem dafî’ bû
yadî řojekey serebend bexêr
gahê serujûr satê serujêr
min be qiłxeqiłx to be lereler
le berd û hełet serkewtîne ser
germî qise bûyn ta baran daykird
naçar penaman be kafeyê bird
çayêkman xward dîsan řêkewtîn
be ełła’ełła le kêw serkewtîn
takû be nuqtey axir geyştîn
manû bûyn leser dû berd danîştîn
lem hawîneda ewê behar bû
xał xałî befrî hêşta dyar bû
wez’î tebî’î legeł mesnû’î
têkeław bûbûn zor be metbû’î
serman siřmabû le sun’î xuda
le xoşî meḧel le lutfî hewa
şax û dax û kêw, şîw û aw û dar
qesir û ’emaret, kafe û gułzar
heryek xoy şitê cwan û zerîf bû
xerîkî celbî fikirî ḧerîf bû
serebend yekser le mexlûq piř bû
cewlangay kiç û şikargay kuř bû
be’zê meşẍûlî saz û awaz bûn
cem’ê sergermî řaz û nyaz bûn
to ke řoyştî le taran bira
le şadî û xoşî umêdim biřa
îse be siłamet lêre eřoyto
bira û qewm û kes lêt ko debêto
emma birale min tom ledes çû
lem çołe mamo wekû kundebû
herwek bayeqûş debê biłêm taq
meḧrûm û mehcûr le cem’î ’uşşaq
’umrî min êsta mangî dem kele
bo řoyştinî be pelepele
çûyto bo seqiz to be siłamet
dîdenî dîdar kewte qyamet
bo min dû we’de cêgey umîdin
«’aşiq» ya ẍerîb bimirin şehîdin!