yadê le xałom û taran û serbend

cwabî yad’awey xałom
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  714 Dîtin
selamun ’eleyk xałoy şox û şeng
bê yar û hawraz wek fenay bêdeng
lam çende xoş bû hatnî taran
bo pê maçkirdin wek carî caran
to xałoy ře’ûf zyayî çawî
bo mezray jînî ême wek awî
bo serî ême çetir û sêberî
ême endam û to wêney serî
hetahetaye lezzetî serbend
le bêxî dyanma şîrîne wek qend
zeḧmetit kêşa bo minî bêfeř
xot xiste hat û çûn û derdîser
be sê çwar kursî û be maşînê çend
ta geyştîne dayeney serbend
dîman beheşte û ẍeyrî tarane
le taran agir lewê birane
lam wabû xałom bêhêz û pîre
emma dîm şukir gurc û begîre
baskî ba’eda eçû baskewbask
wek baz efřî û bazyeda wek ask
le diłma witim hezar aferîn
yaxwa her bijîn kurdanî be tîn
le zerd û herdî şaxî hewraman
řołey wa aza û gurc û goł aman
dîman çen dîmen basefa û diłgîr
ke diłî esend le cuwan û le pîr
aw şepolî eda qełpezey ebest
kefî eçan û eyhařan wek mest
jin û pyaw pol pol, kiç û kuř fewc fewc
xełkîş herwek aw şepoy eda û mewc
kêwekan seryan kêşa kakêşan
legełyan řoyîn ême şan be şan
ta geyştîne nûçkey axrî
lewê danîştîn areqman siřî
carcar nazarê be tîrî birjang
le qerax awê wek çawî qiřjang
xerîkî řaw û pêkanî dił bû
guł bû qatłî diłî bulbul bû
pîrî wek cuwan exsite ser pil
arezûy ekird desî kate mil
beyanî mat û ’aciz û serkiz
mał’awayîm kird bêmo be seqiz
desim maç kirdî be diłî piřsoz
tûře bûm û qełs peşêw û ałoz
êsteş be yadî ew cêge berze
ax heł’ekêşê kakî şipirzeNasnava edebî
herçen ke taran xoş û diłgîre
bełam xoşî min dyarî pîre
lew cêga ḧełqe û bezmî yarane
kwêredêyêkîş bo min tarane
ew cêga xałom tîya bibê qetîs
bo min parîse û lenden û sûys
yexwa sêberî her payedar bê
bê ew jyanim her jarî mar bê