xirûsî seḧer

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  558 Dîtin
dwêşew diłxoş bûm řûbeřî diłber
naka lêy têkdam xirûsî seḧer
ey kełebabî nacor û nabab
axir çî biłêm tułebab segbab
ey kełeşêrî segî segmirdû
îmşew bextî min wextit lê têkçû
hêşta dû beşî şewgarî mabû
ew qûqeqûqet le çî bû wa zû
xirûsî seḧer, xirûsî seḧer
ey dak û bawkit bikêşim le ker
becarê têkçû lêm aheng û keyf
daxî giranim hezar ax sed ḧeyf
meclîsî keyf û şadîm betał bû
dinyam lê řûxa ’eyşim lê tał bû
jînit lêkirdim to be jarî mar
ey kełeşêrî bedfeřî segsar
şerte bitkujim bitkem be kebab
goşteket bikem be mezey şeřab
kełeşêr nebî bî be şêrî nêr
ebî le goştî to xom bikem têr
şerte wek pyawan biřêjim xwênit
îtir neyêłim asar û şwênit
řifêqekanit ta îman bênin
îtir bêwade û mewqi’ nexwênin
ewney tir diłî minit şipirzan
dey xwa bitxate naw dawî berzan!