’eqił mîwane

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 3 Xulek  545 Dîtin
ey bira zore ker le dinyada
ke le şans û hat û hel lada
wekû pêşînyan witûyane
ke ’eqił xoş nişîne mîwane
dastane cwanêkî sersext
hewłîda zor le şwên firîştey bext
ta be xew řahîbê xwa û řasan
cêy firîştey umêdî pê nasan
witî eweł eçîte lay şêrê
paş ewey lay dirextî encîrê
sêhemîn lay kuřêkî şazade
darî şimşade serwî azade
her yekêkyan şikayet û řazê
řaspêrî û peyamî cyawazê
pêt ełên bo firîştekey îqbał
ta girêy bextyan bibê awał
cwan leser emrî řahîbî zana
xoy geyane mekanî em syana
şêr witî dayma serasême
ḧeyfe kizbûnî tayfey ême
be firîşte biłê emin çibkem
çon bikem min ’îlacî ew derdem
dar witî mîwekey min tałe
çon necatim ebê le em ḧałe
witî şazade min diłim tenge
qurse dinya leser serim senge
çi bikem takû bêẍem û şad bim
lem hemû derd û ẍusse azad bim
witî başe peyamî êwe û xom
egeyênim xerîkim êste eřom
paş ewe çend şar û dêy pêwa
ta geyşte firîşteyî hîwa
dî leser darê nûrêkî awî
kirdibûy dewrupşitî nûrawî
be zibanêkî zor fesîḧ û řewan
witî zor zor bexêr bêy kakî cewan
min firîştey sirûr û bextewerîm
le ẍem û ẍusse û pejare berîm
derdî xot bêje ta ’îlacit kem
le hemû derdîser necatit dem
witî qurbanî lutif û řeḧmetî to
çwar teqazam heye le xizmetî to
xom heweł dû dirextî hencîre
sêhemîn şaye çwaremîn şîre
xom kemukurt û şêre bê ḧałe
şa diłî tenge dar berî tałe
cwabî dawe firîştekey řeḧmet
gwê be qewlim bide be bê zeḧmet
jêrî ew dare kûpełey zêře
ke hemûy gewhere derîbêre
derîbêrî berî ebê şîrîn
hende şîrîn ewê wekû hengiwîn
hem be şazadeke biłê ke kiçê
şû bika desbecê le ẍem der’eçê
biłê şêrîş ke mêşkî pyawî ker
hełmijê çak ebê le derdîser
paş eweş xot ebîte kamřewa
jinî cwan û necîb û berg û newa
řû be mał hatewe pilezîqan
bazî eda, řay’ekird û eyfîqan
hate lay dar û karesatî wit
dar witî bextî xot meke letukut
derî bêne xwa be toy dawe
lem hemû nê’mete meço dwawe
witî na řisqî min cyawaze
řazî nabim emin bem endaze
hate lay şa û peyamekey hêna
şa witî bê nizîk û gwêt bêna
min kiçim çende nazk û cwanim
gelê cwantir le şay peryanim
kesê aga nîye le řazî min
were bimxiwaze lêre bimke be jin
witî na qet nesîbî min to nît
min gelê cwantirim ewê to çît
hate lay şêr tewawî serhatî
bo beyan kird û meyl û awatî
şêr witî ey kerî nefamî debeng
qafłey toye ta qyamet leng
jinî cwan û necîb û şazade
gencî bê řenc û małî amade
çît dewê to le xalîqî bêçûn
de wire pêşewe segî mel’ûn
takû kellet be pence derbênim
cimcimey to be kełpe bişkênim
pyawî ker toyt û ey biray kerî min
mêşkekey to şîfaye bo serî min
ey şipirzeNasnava edebî nebî be tîkey şêr
lewe xwa dawêtî tesel be û têr!