nimekdanî bilûr

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  511 Dîtin
nîgarêkim heye şoxî zemane
gelê cwantir le mangî ’asmane
be şîrînî wekû hengiwîn û şekire
lewe şîrîntirîş şîrîn zuwane
heta ḧezkey zerîf û diłřifêne
heta xwa ḧez bika pak û cwane
nîye wêney le xakî kurdewarî
mehabad û sine û serdeşt û bane
yeke estêrekey şarî seqzime
sitarey sînemakey nîştîmane
wênûsî nosed û şest û çuware
le famîlî firîşte û ḧoryane
be sêḧrî çawî şêx û pîr eřeqsê
ełêy cadûgerî hêndûstane
le sertapay nimek eřjêt û şoxî
nimekdanî bilûr û xwêy jyane
şipirzeNasnava edebîy kirduwe şarê be carê
zemane fîtneyî axirzemane!