wiłamî nameyekî hecwî gułşenî kurdistanî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  539 Dîtin
ey be gunmo, ey be gunmo, ey be kîrmo ey be kîr
ey be kîrî nêreker boz û be şîřey bargîr
gumşude û aware nît çiş, ḧesretit yare ceḧennim
xestegyan û na’umêdî ya nexoşît û feqîr
bêkesî destî ’elît yar, derd û mergit ’afyet bê
bêdłî dyare kerît şêtî ke bûyte goşegîr
xot be pay xot xiste daw, dyare ke temma’ û kerît
to le kwê bulbul lekwê ey şa’îrî bê’eqił û bîr
ẍeyrî ’eqiłit hîç kesêkî tir desî to nagrêt
řûs û amrîka û îngilîs û ’eřeb, şah û wezîr
qabîzul’eřwaḧ le to napirsê er gyanit derê
her be em zîndegî segmergîye zil bît û pîr
na’umêdî çî û umêdî çî nefamî xudpesend
ew kelase her debê ger toş nebî aẍay debîr
ger liqupope û gełat wişke ezanî baẍewan
hîçî kem nawê tebî’et ger min û toyş çîn le bîr!