melay bayî hewa

«wergîraw le dastanêkî mesnewî mewlewî «niḧwî û kiştîban»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 3 Xulek  513 Dîtin
mesnewî ełê řojê melayê
le keştîyeka lenêw deryayê
xoy masandibû wek kundekey kełek
be şanya dabû ’abayê bełek
xoy lela gelê zil û zana bû
dû destî befîz leser zig nabû
řûy kirde xawen keştî melewan
be nwařînêkî be poz û ’înwan
witî to ’umirit çon řabwarduwe
destûrî ziban hîçit xwênduwe
serit der’eçê le serf û le neḧu
ezanî ferqî îsim û fî’il û ḧerf?
derek dereka derkû, fê’le
huwe zemîre nełêy hû fê’le
witî: nawełła takû em ḧałe
gwêm neybîstuwe em qîl û qałe
witî: ey ’ewam ey xakit beser
pêm biłê ferqit çîye legeł ker?
nîwey ’umrî to be ba çû nefam
ey quř beserî nezan û ’ewam
kabray naxwa zor zor pîdaçû
serî daxist û cuwabî nebû
le diłî xoya witî em mela
çon le min buwe be derd û beła
’îlim xo tenya qal û qîl nîye
jyanî herkes bê delîl nîye
herkes le karî xoya zanaye
yek le mizgewt û yek le deryaye
yek le îdare û yek le bazaře
yekê le ladê û yekê le şare
herwa legeł xoy wiřawey ekird
desî bo ferman keştîyekey ebird
naga peydabû şepolê wek kêw
keştî berzo kird wekû nêredêw
eybirde ’asman eybirde zewî
carê berz ebû carê enewî
keştî fiřêda nêw gêjî xeter
berzo bû le xełk ełłahu’ekber
her ełła ełła û nawî xuda bû
her sełewat û wêrd û du’a bû
mamosa le gişt tirsenoktir bû
le tirsa nawî xway lebîr çû
naxwa kutî kak řuḧanî
eto çi new’ê mele ezanî
mamosa witî: aman naxwa
mele nazanim to bît û xwa
witî ca emcar eto quřbeser
tewawî ’umirit kewtuwete xeter
ełbete herkes nezanê mele
bolay merg eçî be gurcî û pele
bełkû mamosa derek dereke
nextê le teng û çełemet derka
witî tobe bê nexnikam emcar
le tiř û poz û le de’ye û demar
wam lê ḧałîbû ke tenay zanîn
zanînî mine bo dinya û bo dîn
şepol hat ewey meley nezanî
xwaḧafîzî kird le dinyay fanî
etoş ey kakî dîplome û lîsans
be sûk meřwane le ’ewamunnas
herkes le karî xoya mahîre
şipirzeNasnava edebîş ełên zana û şa’îre!