bo biram bengîne

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  639 Dîtin
řûnakî çawim bengîney hawřê
nohezar mîlon siłamit lêbê
karî dewrane kewtime pişt kendû
be dewrêkî çerx mintan lebîrçû
tenanet cwabî kaẍezî çen car
ne be poste hat ne be řêbwar
bełam be şiney hewar kurdisan
bebê desyetî tîrey bêkesan
gileyîm be dił nîye be zare
qisey hezare yekî bekare
çawî nîştîman yaxwa her řûn bê
hezarî wek min ba tefrutûn bê
her êwe xoşbin minîş her mawim
berz nebêtewe pes nabê nawim
îtir betemay řojnamekanim
dem wişkim nekey qezat le gyanim
gerçî şipirzeNasnava edebîm wişk nîm řonim
lebîrme hêşta qerzarî konim!