lêşawî xwênî ał û geş û teř lenêw demaẍ

texmîsî dû beyt şî’ir leser şeřî agirîdaẍ ke gîwî mukiryanî be şipirzey dawe bo texmîskirdin!
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  630 Dîtin
lêşawî xwênî ał û geş û teř lenêw demaẍ
deřjête xwarewe buwete seyrî aw û baẍ
muzîqe girmegirmî sipa û pirmey wiłaẍ
top û tifenge mutrîbî kurdan le agirî daẍ
şimşad û serwî lê nîye seyrî ’elem eka
geh zeřweşanî turkî eka gahê hî ’ecem
her dese carê şerbetî mergyan edate dem
mîrzay ecel le herdû teřef lê’eda řeqem
nêzey le sîngî turk denûsê wekû qełem
gulley deçête nêw ’ecem û maçî dem eka