texmîsî ẍezelêkî mamosta muxlîs

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 5 Xulek  750 Dîtin
binûse ey qełem şeřḧê le ḧałî kurdî êranî
îtir ba kem xefet xon em ẍerîbane le hîcranî
çi şîrîne kelamî muxlîs û řase qisey cwanî
felek emřoke waçake beyanî kem perêşanî
beyanî nek beserma bê qezay meḧtûmî subḧanî
le xakî xom hełmiçerxan û kirdim bo teřef řom řûm
bîḧemdîylila ke bê zeḧmet emin lew agire derçûm
debo şukirî xuda nakem ke dił’asûde lêkewtûm
le xakî neḧsî seqzida ewende ẍerqî meynet bûm
ẍerîbîm girteber hatûmete şarî suleymanî
bekeyf û bê ẍem û asûde û azad û xoşḧałim
ne der qeydî kesukar û ne derbes amoza û xałim
betał nîm û be teḧsîl û şukir meşẍûł û serqałim
bîḧemdîllahî welmînne be neqdî farẍelbałim
welê em fîkire ba’îsme gehê bo ḧuzin û řencanî
le êrana nema emřo ewaney pyawî nêwpyawin
kesîf û xwar û bê qedirin kesanê saḧîbî nawin
dirêẍ bo em gelî kurdane wa emřoke gîrwan
esef bo xizmekanî xom ke çon êsta esîr mawin
yekê meşmûle bo xizmet yekê te’xîre berdanî
ewey daway ḧeqî xoy ka bekurdî ser le sêdaren
le kurdana ewî lawî hebû meḧbûs û awaren
lêłayîm dayê bo çen kes ke bê pare û cigerparen
ewaney dosî gyanîm bûn weha meḧkûm û bêçaren
ke mirdin arezûyane le qapî pakî yezdanî
ewî nawî nebê çawî nebê emřoke kurdane
zelîlî jêrdesî îngilîz û řûs û tûrk û fursane
bełam emřo le kullî kes zelîltir kurdî êrane
be şew ’uşret be řoj xoşî nema bo ew feqîrane
tewaw bê qedir û bê ’îzzet le ’alîm ta be nadanî
ewey dunya bû çiş řoyî nemandî xoşdiłî anê
be sed sêḧir û şeq û kut takû peydaman ekird nanê
temaşay mes’eley dîn ken ewm řoyî emim kwanê
şerî’et wa ẍerîb mawe ke hîçkes nawî nazanê
meger ehlî seqiz nextê weya bane û mukiryanî
ewaney wa’îzî xêrin hemû met’ûn û mezmûmin
le řêgey îḧtîřama şêxekanîş ’eynî malûmin
de sed xozge be ew xizmane wa mu’sûm û merḧûmin
terîqet mîslî ’enqa ma şerî’et zar û mezlûmin
eger baweř ekey têkçû esasî dîn û îmanî
beserçû ’umir û řaburd keyf û xoşî barî kird heyhat
le jîntan çatre merg er bifamin kurdî şîrîn zat
lebatî fabrîqey kareba û tensîc û berqîyat
wesîley zîndegî ême tecařet bû wehay pêhat
giriftarin hemû tacir bedes gumrîk û duxanî
nema qazanc û sewda û mamełe bo mîlletî şarî
tamaşake le beqqał û le bezzaz û le ’ettarî
hemû lawaz û muẍmûmin le ḧesret derdî bêkarî
eger esnafî bazařî ḧîsabyan kem be naçarî
ke be’zê mat û nabûte gelê xałî bû dûkanî
welê çibkem le kurdan, dûr le be’zê giştî deyyûsin
tekan naden le xoyan û leyek diłserd û me’îwsin
ewî nawdare ya me’nûsî ẍeyrin ya ke meḧbûsin
etirsim sam’î şî’irim ke ehlî ’erz û namûsin
melalet bê beseryana ke řesme bo musułmanî
feqet ẍîret le dinyada meqewî karî însane
leber ẍîret nebê şayan zebelaḧêkî pê pane
ke çûnka lefiz û dînî xarîcî xoye lela cwane
ewî asûde bê emřo lewê me’mûrî êrane
ewîş bew şerte wîcdanî nebê dûr bê le însanî
ewîş şexsêkî bê fikir û esas û serserî û batił
xerîkî ’eyş û noş û kirdinî teḧsîlî bê ḧasił
ne der qeydî terqî mîllet û efrad û celbî dił
ne wek kurdêkî diłsaf û ře’îyet perwer û ’aqił
segêkî turkî tewrêze weya fursêkî taranî
gelêkim řist û zorim le pîsî ḧałî seqqiz bû
beyanî malk û şêx û mela û ḧemmałî seqqiz bû
le daxî temmełî û xełkî ker û bettałî seqqiz bû
ewaney ’erzî êwem kird feqet eḧwałî seqqiz bû
temaşay zułim û zorî ke le hewramî û merîwanî
temaşaken ke bedbextî çilon emřo serîdawin
ke çen xanî necîb û qareman çwarmêxe kêşrawin
gelê şêranî kurdanîş le bêşey xoy ẍerîb mawin
ewî saḧîb şeřefyan bû hemû meḧbûs û kujrawin
ře’îyet ’aciz û bêdes le kwêxa ta be dêhqanî
emin bêbakim û natirsim û herwek kerî dêzim
ke bo topînî xom û zîddî qewmim fîtne’engêzim
le daxî kurde wa min ’aciz û ẍembar û bê hêzim
beła ba xatmey bênim kelamî dehşetamêzim
le meqsed ḧałetî xom bû tewawî kem be asanî!
eger etwanî nafî’Nasnava edebî fîtneyê emřoke berpake
hemû řojê le em new’ane beytî kurdî înşake
were azake gyanî xot fîday kurdanî azake
xîred tarîxî emsałe witî e «muxlîsa»Nasnava edebî çake
binûse (boç ẍerîbim min) eger to merdî meydanî!