hałekokî behar

(bo cejnepîroze le řojnamey jîn)
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  720 Dîtin
mubarek bê leser gułbergî jîn em cejnî newroze
be diłxoşî hemû diłdarî xak herçî diłsoze
be serberzî ewey wa baxçekey jînim denexşênê
wekû gerdaneyî diłber be łał û dinke pîroze
behar hatû û le dîlî mijdey bê emnîş necatim bû
beserçû payîz û çawman biřa lew ba û teputoze
xwa to pîremêrdim bo siłamet key îtir besme
ke řûnakî wiłat û nîştîmanmane û çiray hoze
lebo nakam û bengîne diłim şêwaw û ẍemgîne
behare û deştuder şîne û şipirzeNasnava edebîm fikirim ałoze!