fils, pûł, pare
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
1 Xulek
932 Dîtin
ey fils wełła le dayk û baw û bapîr çatrî
to le xizim û eqreba û murşîd û pîr çatrî
ger etom labî fils îtir le kes bakim nîyh
to le xencêr û demançe û top û şestîr çatrî
bo becêhênanî kar û bar û tenzîmî umur
zor le ’eqił û danş û ara û tedbîr çatrî
ey fils to çen hezaran şêremerdit bestewe
zor le peywend û kelebçe û kot û zincîr çatrî
tom ledasta bê fils ’alem serim bo da’enêt
to le fennî kareba û ’îlmî tesxîr çatrî
ey fils zorim teqella da le tom baştir nedî
muxteser îtir le herçîm bête ser bîr çatrî
ey fils her to tebîbî bo ẍerîbî derdedar
bo şipirzeNasnava edebî û moflîs û bêkes le desgîr çatrî