řojî heynî
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
1 Xulek
1033 Dîtin
le řojî heynya ew řoje xoşe
ke řojî ’aşiqî îman firoşe
be ’ezmî xoştin çûyne dyane
min û şexsê le ebnayî zemane
be zerd û berd û hewraz û çyada
ke serberze le qet’ey asyada
le berzî wextê aw eřjê be xwara
ẍem eşwato le cestey ẍussexwara
gelêkman dî le a’em menzerane
le řêda ta geyştîne dyane
lepaş ḧemmam û xwardin çûyne bazař
le dêda dîm dyanê şox û nazar
be çawî baz û bałay nazenînî
wekû min şêt ebû herkes ke bînî
ke çawim kewt be çawî zor temaşay
minî kird wey emin qurbanî bałay
becarê dîn û îmanî fiřanim
kewayî hoş û xodgîrî diřanim
emêstaş her peşêw û şêt û serxoş
le ’îşqî jîn û manim bû feramoş
nesîbî xwayye cûtî xefet bim
şipirzeNasnava edebîm nabê hergîz diłřeḧet bim!