wiłamî nafî’ mezher bo muftî pênciwênî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  751 Dîtin
ḧezretî muftî tûtniçî meşhûr
honraweket day be çaw û dił nûr
be postey mayey serberzîm seḧḧaf
nardîye řewandiz cêgay paşay kûr
çûnka beynêke neqlî eyra bûm
felek eyewê fiřim bate dûr
beřasî şî’rî xoş û awdarit
hênamîye sema wek saz û semtûr
řeḧmet le qebrî dayk û bawkit wa
nebûy be melay xwêřî mil’estûr
berit nedawe řîşî pajnewirç
netkird be sikta darî kilketûr
be peřowpałe û be mêzerî zil
şikłî xot nekird be karîkatûr
netda be miştê genim tełaqê
be kelleyê şekir şehadetî zûr
netkird be ’adet nanî temmełî
xot neda le gez be qinge û tilûr
şanit daye ber karukasbî
ḧebîbî xwaye kasbî řûsûr
behar ḧetmen dêm bo zyarettan
eger îzřa’îl nemba serewjûr
serbezrî êwe û emsaltim ewê
lewey ke kurdî weha kird muẍdûr
bo qewmî nûstû dexîl hełgirîn
to û qani’ dehoł şipirze şeypûr!