namey muftî pênciwênî bo nafî’ mezher

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  736 Dîtin
nafî’ çawekem herwa dûrbedûr
’aşiq bûm be to wek sofî be nûr
qani’ ke fermûy tercemey ḧałit
dił yekser piř bû le ’eyş û sirûr
minîş herwek to neḧu û serf ekem
meḧwî kirdewe ta be nefxî sûr
necat bûm ledes nanî řezałet
le pařanewey mîmk ta be pûr
le areq řiştin ber demî ḧacî
le hełwêsanî ber dirga û tenûr
le kewşî çeku le derpêy çiłkin
le sûřanewey deştî şarezûr
nebûm be melay newê û berdebel
řadyom çeqeł bê şew be lûrelûr
bûm be tûtniçî bê minet ejîm
’etrî dûkanim eřwa wek bixûr
nîm lejêr ḧukmî gewre ta biçûk
sed xozgey bexom îmamî tabûr
kewşî pînawî û giłêne û kasem
bû be qondere û perdaxî bilûr
dił piř le daxî řatûy payîzim
daym exwênim şukir beku lûr
bałdar bûmaye ehatim bo lat
qesem be çakî pakî pîrmesûr
ger muftî derdî diłî beyan kat
tewawî nakat tewřat û zebûr!