amojgarî bawkane

(tercume le şî’rî îrec mîrza)
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 4 Xulek  1027 Dîtin
ey řołe eto kuřêkî azay
zor zîrek û ’al û sal û wiryay
bîbîse bedił nesêḧetî min
wiryabe le fikirî to neçêtin
çûn sûdî toye em qisane
cwan bîgre dił û hemûy bizane
zû heste le xew hemû beyanî
ta behre bibey le zîndeganî
çûnka le heway demî beyana
leşqał û pitew ebî û tewana
xot poşte bike û biço qeraẍ aw
bîşo des û pil legeł dimuçaw
emma ke be şertî pakewe bûn
zor çatre ke bişoy be sabûn
bîşo mil û gwêçke pakuxawên
wişkî ke be xawlî nek be dawên
biřwane bibîne xot le cama
hełse le lîbasî îḧtîřama
hemware be pakî bêłe destit
çûn dest enwênê berz û pestit
bêganet eger lela bû herkat
qet hełmekřêne lût û e’zat
dem dameçeqêne wextî bawêşk
binwênê wekû hêlaney kerwêşk
meyhêłe be çiłkinî didanit
çûn der’ekewêt le hawřêkanit
melbûst hemû utûdrwa bêt
hem taze û cwan û qedkiraw bêt
ger elbîse nerme zibre çake
bîpoşe eger temîs û pake
ew elbîse kone wa temîse
zor çatre lew nwê ke pîse
toyan be edeb ke dî û be pakî
meşhûr ebê nawî to be çakî
ew wexte ke dêyte řîzî xwardin
wiryabe le desdirêjkirdin
lew kase bixo kewa le pêşe
des bo em û ew îtir mekêşe
dan majne qet leber demî xełk
xû megre be kesb û karî bê kełk
nînok mebře lelay em û ew
dûrbe le wenewz û temmełî û xew
wiryabe diłî ne’êşê lêt dak
çabok be emir û karî zor çak
biřwane le bawkî xot be ḧuřmet
cê bêne ewey ełê le xizmet
em dwane eger nekey feramoş
bê şubhe xiwayş le to ebê xoş
wextê ke eçî to bo qûtawxan
jîrane biřo be řêgeda cwan
katê ke eçîte jûrî mekteb
neykeyte qiřeqrew şeřeşep
gwê bigre le ders û giştî berke
fikirî em û ew le kelle derke
ew derse ke mamosa ełê pêt
têkoşe ke lêt becê nemênêt
kem bêje meyêje herçî zanît
lêwit bidrû heta twanît
zorser ke bełay çîye? zibane
yek nuxte zyadî bû zyanh
nadan diłî wa leser zibana
zwanî le diłaye pyawî zana
dît wextê ke şexsê hate guftar
to lew demeda meyêre berkar
aman ke beẍeyrî řas neyêjî
ba bew qise xwênî xot biřêjî
pîstir le hemûştê diroye
çon dujminî qedir û abroye
řasî witinit ke kird be ’adet
danaxeyt îtir serî xecałet
lew şerme ke řûřeşî nebaşe
řawsiwêj be îtir diro metaşe
wextê be cwên ke girtî dem xû
wa çake ke bîbřî lebin zû
aman ke řifêqî bed nekey qet
çûn tûşî bełat ekat û nekbet
têkeł bî eger legeł edeb siz
namîdey ebî be serserî û diz
hełsay ke legeł necîb û pyawçak
teb’î to necîb ebêt û xût pak
lawlaw ke çi bê nimûde terzî
pêçra be çinarêka be berzî
xoy berzowe kird wek ew çinare
wek ew be bułendyo dyare
ta gencî emanetit bê çend sał
koşiş bike bo ’ilûm û îqbał
hertakû egeyte wextî pîrî
nemrî be řecałî û feqîrî
ger bêt û nezanî kesbukarê
muḧtac û kesîf ebî be carê
tîbbî û tebî’î û řyazî
lem syane diłit be kam bû řazî
hełjêre yekê le’em sê îşih
kem řozîye çûn hemîşe pîşe
çûn baştire xasî kem le zor gen
payntire zîfnûn le zîfen
şî’rî le nîzamîNasnava edebî û be farsî
eyłêm be to ta bikey sipasî
palangirî be ẍayt xudFarsî
bihtir z kilah duzî bidFarsî
mindałê ke qedrî wextî zanî
lay řûne usûlî zîndeganî
herçiştê ke çû le destî însan
zor mumkîne bêtewe be asan
gişt dêtewe dest wext nebê û bes
wextê ke ledes çû nayeto des
ger gewherêkit qeza ledes çû
her dêtewe des eger wext bû
wextit ke be gep ledes çû der
nakřiřê îtir be barê gewher
her şew ke eçîte doşekey xew
têfkire le karî řojî xot şew
emřoke le xwêndit çît wergirt
lew qise ke witit çî faydet bird
her řojê nekey yekê lemane
ew řoje be ’umrî xot mezane
awa min eřom û to emênî
em defterî derse çak exwênî
lay min witin û le to jinewtin
zor ḧewîfe bedûy betałî kewtin!