min û îflas

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  779 Dîtin
min û îflas û bedbextî û derdî çaxane ta mirdin
min û ḧucre û desê nwên û qutabîxane ta mirdin
biřo ya hû mubarek her beto bê paketî «erdas»
min û kîse û sebîl û tûtnî xomane ta mirdin
sidare û qondere û baston hemû bo to boçîme
min û teple û kiłaş û darî hewramane ta mirdin
eto şempanya û wêskî. min û qapî řeşî ’areq
eto notî hezar řupye û min no ane ta mirdin
eto dans û semay tyatro û keman û ’ûd û qiřnate
min û zuřna û sê pêyî û dehoł lêdane ta mirdin
eto řaḧe û murebba û piskît û çuklête xorakit
minîş basûq û sincûq û penîr û nane ta mirdin
lenaw qewmêkî cahîlda ewî yek zeřře fîkirî bê
jyanî zeḧmete bêkesNasnava edebî ke sergerdane ta mirdin