şînî pantołekem

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  688 Dîtin
negbetim da’îm le dinya, dewłet û mayem zyan
gîrewey qehir û misîbet ’aciz û hem dił fuẍan
negbetî wa bote cûtim tûşî sed derdim eka
seyrî ke çîm hat beserda muxteser eykem beyan
min ke pantołêkî şe’rîm desgîr bû daxekem
zeřřeyek xêrim nedî lêy bay mubarek řay fiřan
ah çi pantołêkî nayab bû leberma bê nezîr
saf û bê çirç û bê ’eyb qîmetî bîst sî qiřan
muddetî dû řoj lepêm kird û gelê pêwey geřam
ca lenaw xełq û řefîqan têr û piř xomim nwan
’aqîbet her çawî bedbû karî lê kird û nema
daxî dernaçê le dił bexwa heta axir zeman