giftugoy bêkes legeł zemane
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
2 Xulek
1345 Dîtin
bêkes:
ey zemaney bê wefa takey legełma xa’înî
da’îmen nařêk û çewt û ’eksî amalî minî
muddetê lay xot legełma wek bira bûyn ey zeman
ḧałî ḧazir lêm berî bûy, naḧez û hem dujminî
wełamî zemane bo bêkes:
fayqa to boç enałî, besye îtir qîje qîj
min wefam bo kes buwe wa to xerîkî şîwenî?
sed hezar pyawî necîbim xiste jêr barî cefa
çend hezar pyawî beserwet mayewe xoy û gunî
bêkes:
ew kesaney to ełêy, hêşta le bêkes çatirin
çunke jînî cefaye zehrî mare xwardinî
pêm biłê to bo çî derḧeq ew kesaney ’aqiłn
ejdîhayt û, bo ewaney cahîln herwek jinî
zemane:
řołe to carê minałî, şarezay dinya nebûy
seyrî te’rîx ke ezanî ger le sîlkî xwêndinî
şa «silaḧ aldîn» û «dara» xawenî baxî îrem
cumle fewtan, bûne xoł û to le ḧałî nûstinî...
zeřřeyek ferqî em û ew qet’îyen lay min nîye
besyetî teḧqîr kirdinim, to talîbî şeřkirdinî
bêkes:
lêt muḧqiqet bê zemane ’alemê lêt ’acze
bê wefay, bê mirwetî, hem serserî û pîs û denî
taqet û meyl û beqay to bo kesê ta ser nebû
herdemê yarî yekêkî... layqî zem kirdinî