ew dulbere...

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  781 Dîtin
’alem ekate mexsere
bo seyrî xoy ew dulbere
nesîḧetit ekem were
baweř bewe’dî ew nekey...
***
qisey şîrîne, şîleye
ew çaw şîney xincîleye
benaz û mekir û ḧîleye
baweř bewe’dî ew nekey...
***
herçî řencê legeł ewa
bidey eçê bebay hewa
řezîl ebît û bê newa
baweř bewe’dî ew nekey...
***
hezaran gîr û desxeřo
ekat befîşał û diro
netîceş pêt ełê biřo
baweř bewe’dî ew nekey...
***
xotî fîdakey her keme
xełatî ew derd û ẍeme
bêkesNasnava edebî besyetî çît leme
baweř bewe’dî ew nekey...