paşekewtikirdin

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  653 Dîtin
derdî muflîs ey řefîqan zor giran û zeḧmete
’acîz û da’îm le dinya ẍerqî deryay mîḧnete!
ḧurmet û qedir û řewacî zeřeyek lay kes nîye
ser kiz û řûřeş hemîşe negbet û bê heybete
ger le ’îlma feylesûf bê naw û nîşanî nîye
ger le esla padşa bê nawî her bê qîmete
ya weku şêr bê cesûr bê lay hemû kes řêwye
ya le ḧîkmetda weku luqman bê jînî zîllete
her kesê małî serf kird lafî gewreş lê bida
ḧałî ew bê şik řezîle û ’eyş û noşî ḧesrete
meqsed û ẍayem lemeşda muxteser her ’erizit ekem
pê le lêfey xot zyatir řabkêşî negbete!!
paşekewtikirdin le dinya bo hemû kes lazme,
pendî «bêkes»Nasnava edebî bigre takû tûş nebî bem ḧałete!