wesfî ḧał « bo pîremêrd »

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  740 Dîtin
xałe ḧacî ba weku min muflîs û bê pare bê
bê celal û bê cemîl û bê kes û dił pare bê
da’îma meḧkûmî qehir û mîḧnetî û bê çare bê
şanî xwarî hełtekênê û basî mîllyet bika
ba le şarêkî besîtî wek silêmanî nebê
ba lexakî wa esîr û cahîlistanî nebê
ba le sayey cirit û firtî xuşkezakanî nebê
şanî xwarî hełtekênê û basî mîllyet bika