beşaret bê le qewmî kurd

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  698 Dîtin
beşaret bê le qewmî kurd felaket şwênî mefqûde
le sayey xwawe emřoje xelayq cumle mes’ude
çiray asayşî hełkird, ḧikûmet ḧukmî meḧdûde
îlahî sed şukir řojêkî çend pîroz û meḧmûde
’edalet, emnyet, řaḧet seraser êste mewcûde
***
zemanê bû lejêr barî misîbetda eman nałan
bedaym gwêçkeman piř bû le basî kuştin û tałan
le sayey fezłî muteseřîf beser çû řojî şûmîman
îlahî sed şukir řojêkî çend pîroz û meḧmûde
’edalet, emnyet, řaḧet seraser êste mewcûde
***
ke zatî pakî muteseřîf te’în bû bo suleymanî
nema lew řojewe îtir nîfaq û cehil û nadanî
munewwer bû hemû layek benûrî ’îlim û ’îrfanî
îlahî sed şukir řojêkî çend pîroz û meḧmûde
’edalet, emnyet, řaḧet seraser êste mewcûde
***
se’adet bû be bergêk û kiraye ber hemû ferdê
nema exbarî naxoşî, le dił derçû hemû derdê
du’a goy zatî ’alîtane êstake hemû kurdê
îlahî sed şukir řojêkî çend pîroz û meḧmûde
’edalet, emnyet, řaḧet seraser êste mewcûde
***
’ecayb behreyek bû xwa ke day bem qewmî kurdane
şewî deycûrî lê laçû, cehalet wa le fewtane
eger çî nûstûyn hełsayn, wetenman řû le ’îmrane
îlahî sed şukir řojêkî çend pîroz û meḧmûde
’edalet, emnyet, řaḧet seraser êste mewcûde