sitayş

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  885 Dîtin
le kurda ew kesey êsta bewîcdane kewa merde
keserbest bê elem řoja emîş bê mîsil û hem ferde
nezîrî ew le dinyada nîye û nabê heta meḧşer
diłî derḧeq behawcînsî bilûrî safî bê gerde
beřeḧim û şefqete da’îm lebo şexsê ke bê dest bê
ewî ḧez bew neka bê şik lelay xwa řûřeş û zerde
tebî’et ḧatemî ta’î le fîkira çeşnî luqmane
le ḧîlim û ḧewsele û îşda diłî řeq wekû berde
nîşaney fexre bo ême ke zatêkî wehaman bê
îlahî berqerarî key çiraẍî mîlletî kurde