huşyarî
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
1 Xulek
1373 Dîtin
ew kesey lem qewmeda ẍayey hemû ẍemxiwarîye
bo ḧeyatî mîlletî, derdêkî pîsî sarîye
mirdinî çatir le jîne çunke bûnî negbete
bayequş asa hemû cûłanewey bedkarîye
ger kesê ’eqłî hebê, namûs û wîcdanî hebê
.....................................................................«1»
çon eka ḧaşa le esił û mîllet û cînsîyetî
ma’îlî eẍyar ebê, fîkirî legeł ew carîye
ew kesane hîç û pûçin, wezin û me’nayan nîye
bał û bałayan le bergî şerim û namûs ’arîye