muneweranî em zemane

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  882 Dîtin
weten perwer, munewwer, ḧałî ḧazir
kesêke çaket û pantoł leber bê
leber awêne xoy řêk xa wekû jin
simêłê pak bitaşê fês leser bê
............................................. wekû kiç
bebaston řaweşandin řê guzer bê
le fîşał kirdina bê mîsil û hemta
wekûtir bê ’emel, bo kêr super bê
le asayş wekû şêr bê hemû dem
le řojî zeyqeta mexfî nezer bê
eger wîstyan beřêz lêy den bedeste
xeyałîşyan weku yek serbeser bê
serî bişwa beqołonya û sabûn
dem û çaw lûs û bê tûk wek fener bê
kifir ka, tiř kenêt û gan bida hem
hemû îşêkî sertapa zerer bê
be serxoşî le małan şew bimênê
heta řoj sed zebellaḧî leser bê
le giftugo û tekellumda wekû gurg
le fî’la zor feqîr, her çeşnî ker bê
weten perwer, munewwer, em kesanen
ke saḧêb feził û piř ’eqił û huner bê
begwêrey wez’îyet, da’îm bicûłê
hemû fî’lêkî meqbûłî beşer bê
le fîkirî mîlleta bê kullî wextê
lenaw mîllet bexzimet mu’teber bê