derdî derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  1311 Dîtin
wan weban ẍeyre em qewmî xome
meḧkûmî ḧîz û xeřat û dome
namûs û wîcdan, ẍîret û şeref
lenaw eşrafa barî kird, esef
***
fîkirî mîllîyyet êsta me’dûme
pyawî munewwer lat û mezłume
hawar řojêkî çend qełb û şûme
le ’eyşî dinya zar û mezłume
***
ewey xa’înî mułk û mîllete
da’îm le beḧrî naz û nî’mete
her weten perwer ẍerqî zîllete
xorak û xewî derd û mîḧnete
***
ecnebî derḧeq be’ême başe
ewî xirape her weten daşe
ke bû beme’mûr ebête waşe
îman û dînî tenha me’aşe
***
mîllet ewende nefam û kerin
bê ’eqił û cahîl, zor bê cewherin
herçî me’mûr bû ḧurmetî egirin
daway jinyan ken, řenge boy berin
***
umêdim îtir bem kurde nema
nabê be’însan lenaw ’alema
bimênê heta le derd û ẍema
her enałênê lejêr qedema
***
qewmê ke da’îm her hewł biden
bo emey yektir be’erza bixen
ya nebê layan mîllet û weten
aya mumkîne tereqqî biken
***
besyetî bêkesNasnava edebî xeyałit xawe
çît le meseley mîllîyyet dawe
hezarî wek to ke řencî dawe
sûk û perêşan qedrî nemawe
***
eger etewê bijît bexoşî
beřupye ebê qewmit bifroşî
le mułk û mîllet çawit bipoşî
camî dena’et ebê binoşî
***
nabînî êsta ke ewî waye
jyanî hemû keyf û sefaye
her weten perwer ẍerqî cefaye
qîmetî nîye řencî bebaye
***
«estiẍfirallihErebî» min lewane nîm
qet naxełetêm be ałtûn û sîm
baweřim pê biken kuřêkî cîddîm
ta le dinyada se’atê bijîm
***
xirap bibînim tenqîdî dekem
ewî xa’îne cwênî pê dedem
natirsim le kes bê bak û bê ẍem
herçî ke ebê, bibê, cehennem
***
nanêkim bibê wekû padşam
naydem bexakî gişt ’êraq û şam
şukirî xwa ekem da’îm subiḧ û şam