bîstey «jîn»

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  1226 Dîtin
beboney têpeřbûnî 20 sałewe beser derçûnî řojnamey «jîn»da witrawe û le jimarey taybetî «jîn»da biławkirawetewe.
supas bo yezdan, yezdanî gewre
asoy hîway kurd bê tem û hewre
řojî zanistî beřûnî hełat
leşkirî cehil û tarîkî hełat
sed şukir mîllet êste huşyare
le řêy jyana zor xeberdare
hemûy bo berzî xakî nîştiman
ser û małî xoy eka bequrban
ewaney hewł eden bo mîllet
yadyan emênê beqedir û ḧurmet
her payedarin nawyan zînduwe
pyawî bê kełk pest û mirduwe
girdibûneweman emřo lem cêye
îşêkî êcgar cwan û becêye
nîşane û řemzî tê geyştine
bełgey berzêtî û pê geyştine
hatûyn teqdîrî însanî îşker
bikeyn û qedrî bixeyne ser ser
«ḧacî tofîq beg» pîrî beẍîret
eme bîst sałe behewł û hîmmet
xerîke legeł «jyan» û «jîn»da
legeł edeb û şî’rî şîrîna
be nuktey cwan û eş’arî wirdî
řewacî dawe benezmî kurdî
ya xwa her bijî pîrî piř huner
boman bibête delîl û řehber
emsalî zor bê lenaw wiłata
desgîrman bê le řoy necata
îtir her bijî «jîn» û «kurdistan»!
her bijî destey me’arîf xwahan!