kurd
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
1 Xulek
2228 Dîtin
xeyałatî şew û řojim jyanî mîlletî kurde
temennam lay xuda da’îm jyanî mîlletî kurde
beda’îm dił peşêwawî peşêwîy mîlletî kurdim
wekû bulbul seḧer xwanîm jyanî mîlletî kurde
nexoşe mîllet û, fewta weten, bê hoşe ehlî ew
ewey metłeb bê laman her jyanî mîlletî kurde
beřastî çaktire mirdin, ḧeyatî wa lelam tałe
ewî nawî nebê emřo jyanî mîlletî kurde
şeca’et pîşeyî kurde, me’arîf řesmî pêşûye
kerem ełbette ba’îs bo jyanî mîlletî kurde
diłim xwên řêj û ser gêje, dû çawim piř le esrîne
her jyanî mîlletî kurde «bêkes»Nasnava edebî ’îlacî derdî