çawbest

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1716 Dîtin
deng biławe xełq ełên em care kurd serbest ebê
çî ełên, bîłên, le lam waye diro û çawbest ebê
sed hezar carman syaset tecrube kird û keçî
êstekeş zorman be fîşałî weha sermest ebê
bêt û beynî... we... zeřřeyek têk çî îtir
mes’eley kurdayetî ewsa be carê xest ebê
key ḧuqûq edrê? esenrê. ’eybe îtir tê bigen!
serbestî çon nisîbî qewmî wa bê dest ebê
mîlletî cahîl le dinyada ebê her bende bê
nokerî her xişt bebałay qewmî dîl û pest ebê