diłî ’aşîq le ’eşqî dulberan herdem bedem dedwê

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  522 Dîtin
diłî ’aşîq le ’eşqî dulberan herdem bedem dedwê
beneqdî can xerîdarim keçî ew her bekem dedwê
şewî wesłî çe ḧasił zû le min awabû nemzanî
ke xendey le’lî lêwî bo sifîdey subḧidem dedwê
henasekem zułfekey lada sifîdî subiḧ bû peyda
seba hêşta legeł ẍunçey dehanî to bedem dedwê
gedayî jinde poşî dergehî daralaman‌Erebî‌y to
le tac û textî cemşîd û le milk û camî cem dedwê
le řojî dił ke çawî kewt be zułf û xał û xetê to
le mizheb la’eda wek şêx le zennar û senem dedwê
weku tûtî le zîndanî qefes perwaz eka îmřo
le bo hawcîns û ewtanî le gułzarî îrem dedwê
le mîsaqî ezel barî emanet kewte serşanim
keçî xadîmNasnava edebî ewa ’eqiłim le bo cif alqilimErebî dedwê