be ḧałî zarî min îmşew hemû kewn û mekan egrî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  597 Dîtin
be ḧałî zarî min îmşew hemû kewn û mekan egrî
le coşî agirî cergim wekû eşkî řewan egrî
le zorî dûkełî ahim bû tarîke felek êsta
le giryey min beser řûy zemîn û asman egrî
çemen yekbare bê denge lîbasî te’zyey poşî
gułî ře’na le cewr û zułim û bêdadî xezan egrî
semûmî xawyey qehrî xezan ger hate ser gułşen
gehê tûtî, gehê bilbil ,gehê xoy baẍewan egrî
le gułşen da kewa aware bû bilbil be meḧzûnî
gehê bo guł, gehê bo çił, gehê bo aşyan egrî
nezru û faxte û qumrî ,hemû murẍî çemen yek yek
yekê sunbul, yekê sebze, yekê bo gulistan egrî
le katî bade noşya le destî mutrîbî şadî
gehê ’ûdû gehê tarû gehê ney ge keman egrî
xerabatî muẍan xałî le řendan bû leber ḧesret
gehê saẍîr gehê hem mey gehê pîrî muẍan egrî
leser gerdanî mecnûn le ḧey ta xeymey leyla
byaban quř depêwê gah gehê řêgey řewan egrî
le ḧesret yusfî gum bûyî dił bû êste îmřo
gehê seḧra gehê çahu řesen gah karwan egrî
’ezîzî mîsrî can babê be xewnî bextyarî ka
kewa yusif le zîndana leber mekirî jinan egrî
le katî ẍerbya wek řengî zamî cergime xurşîd
weku xwênî ciger řengî şerabî ewẍewan egrî
ke emrî da be qetłî ’aşiqan dulber wekû mensûr
gehê kursî gehê dar û gehê hem řêsman egrî
be weqtî nefxî sûra we’dey wesłî keda dulber
le îstîqbalî mergim êste ’umrî cawîdan egrî
tecennun xoşe ger zincîrî zułfî pay bendim bê
beḧałî zarî mecnûn sîlsîley dêwanegan egrî
eger yek zeřře ḧałî zarî xadîmNasnava edebî tê bigen ’alem
seraser bo zelîlî ew hemû ’alem ’eyan egrî