sirûr û ’eyş û şadîm wa le pestî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  552 Dîtin
sirûr û ’eyş û şadîm wa le pestî
şi’ûr û fikir û hoşim hem le mestî
le bê derkîme îdrakî nîhanî
le şorî nîstîme bezmî hestî
şî’arî ’aşiqane terkî serkey
eger neykey muḧeqqeq xud peristî
egerçî «lin tiran »Erebît pê biłê yar
le beynî ehlî dił ’eybî nîye qet
le ’eşqa ger bikey to bit peristî
ebê her biçye pêş û řanewestî
şikayetme le dulber her lelay xoy
’erîzey ḧałî xomim daye destî
diłî damê temaşay xom bikem yar
minîş awêneyekim daye destî
le bade û saqî îstîẍname îmřo
be yadî yek nîgahî çawî mestî
eger lem řêgeye to řahřew bî
be menził her egey ger řanewestî
le mîsaqî ezel me’lûme karit
legeł dulber le peymanî «ٲlist»Erebîy
çebû wa toy leser em ’ehde lada
le encamî miḧebbet bo çî sistî?
le ’eşqî em cwane cwanî xadîmNasnava edebî
egerçî to le dewrî ’umrî şestî