le sînem sebte neqşî to le te’rîfî zubanim çî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  652 Dîtin
le sînem sebte neqşî to le te’rîfî zubanim çî
ezanî derdî min cana le ewsaf wibeyanim çî
le kulbey ḧuznima nûrî cemałit derkewê satê
xisûfî ba be serdabê le mangî asmanim çî
gułî řuxsarî to ger bête pêş çawim le katêka
le seyrî gułşen û baẍ û guł û hem gułistanim çî
weku perwane sûtanim be şem’î řûmetî toye
fuẍan û girye û zarî mîsalî bilbilanim çî
le dozex wesłî tom ger des kewê cana kîfayetme
weku zahîd le ḧuru û kewser baẍî cînanim çî
gutim carê ḧezer ke to le ahî subḧigahî min
gutî te’sîr le min naka le ahî ’aşîqanim çî
nexoşî derdî ’eşqim namewê hergîz necatim bê
ke min mesrûrî em derdem le ’îsayî zemanim çî
wîsalit çunkî te’lîqe be mergî ’aşîqan qurban
gelê muştaqî em mergem le ’umrî cawîdanim çî
feramoşîm be nałey zarî sînem dê seḧergahan
le sozî nałey çeng û le coşî mutrîbanim çî
birot mîḧrabî ta’etme cemałit qîble û ke’bem
îtir lem řêge lanadem le we’zî wa’îzanim çî
le baẍî ḧusnita me’zûnî guł çinîm bikey satê
le tirsî baẍewan û leşkirî badî xezanim çî
be ḧurû cennet wikewser firîbim ger bida zahîd
bebê to name hergîz le pendî zahîdanim çî
le guł musteẍnîye xadîmNasnava edebî ke çawî kewt be řûyî to
îtir wek bilbilî şebda xiroşî serçiłanî çî!