le sîney me’nya gencîney esrare bê dengî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  613 Dîtin
le sîney me’nya gencîney esrare bê dengî
le bezmî ehlî dił bo ehlî dił guftare bê dengî
le teḧrîkatî leb bo berzu nizmî wadeyî me’na
weha bo dûr fikirî řêgey hemware bê dengî
xazan bo gułî mezmûnî řengîn guftigo daym
dehen wek ẍunçe ger bestî weku gułzare bê dengî
le xełwet ser be zano celbî cîlwey yarte meqsed
be řiştey arezu û xoy cazîbî diłdare bê dengî
le her meḧfel ke dił morî leser lêwî qise hełgirt
gelê asane teqrîrî welî dîşware bê dengî
gułî teqrîre daym hawinşînî xarî gułşenîye
le gułzarî miḧebbet wek gułî bê xare bê dengî
le asîbî zemanî xome xadîmNasnava edebî wa ke diłgîrme
le ’ezlet dadenîşim wadî bê xare bê dengî