kesê ḧałî nebê bê ḧałe ḧałî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  814 Dîtin
kesê ḧałî nebê bê ḧałe ḧałî
kemałî ger nebê nabê kemałî
diłim tenge wekû ẍunçey dehanî
xeyałim qet nîye xałî le xałî
qyamî kird qyamet hate meḧzer
qedem dû ta bû wek ebroy hîlalî
diłim kun bû be mujganî xedengî
ciger sûta be yek cîlwey cemałî
heta key puxte nabî to le ’eşqa
be nazî çawî kałî boçî kałî?
ke hełgîrsa çiray perwaneyî dił
dekewte pałî sûta peř û bałî
dełêy marî serî gence dû zułfî
ke ḧelqeyî da be dewrî xet û xałî
le seḧrayî cinûnme meşqî weḧşet
le xoşî turre û çawî ẍezalî
le bo tînwanî badîyey hîcir
nebê awî zułałî qet zewalî
be ewcî awî kîbrya efřê eger dił
welî me’lûm esûtê peřu bałî
be peřu bałî ’îciz û xaksarî
nebî naga beřêy ewcî celalî
le ḧałî ême ḧałî nabê zahîd
minîş xadîmNasnava edebî le herçî qîl û qalî