weha mat û perêşanim le mîḧnet derdî bê toyî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  616 Dîtin
weha mat û perêşanim le mîḧnet derdî bê toyî
weku kurdêkî meř mirdû le ḧesret derdî bê doyî
hemû katê muheyya bûy le bo te’zîbî dił carî
bequrban ke’be keç nabê eger bimkey to diłcoyî
be nûrî dił deka seyrî muḧîtî me’rîfet ’arîf
çiraẍî řêge bo ẍemzet ewîşî birdû zû řoyî
le seḧra meşqî weḧşet kirdinim nazî nîgahit bû
wereq gerdanî dîwanî nîgahim nazî ahûyî
le dêr û ke’be meqsûde tecellayî cemałit bû
ke lafî weḧdetim bû çîm le kîsret dawe ya řuyî
te’elluq ger nebê xarî muẍîlan gułşene bo to
ebête seddî řêgey metłebit bêgane ya xoyî
le cem’î tefreqey dił da’îma «xadîma»Nasnava edebî mucahîd be
teha îsim û musemmat bê muqabîl çunkî to koyî