be neş’ey mey nebû mumkîn zewałî derdî bê toyî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  827 Dîtin
be neş’ey mey nebû mumkîn zewałî derdî bê toyî
be neẍmey ney nebû sakîn melalî derdî bê toyî
le seyrî newbehar û gułşen û bezmî guł û bilbil
le dił yek zerre kem nabê kemałî derdî bê toyî
’ezabî dozex û narî ceḧîm û awî zeqûmî
emane hîçyan nabin mîsalî derdî bê toyî
sebebkarî cudayî leto derdî weku min bê
be gerdinya biçê tewqî obałî derdî bê toyî
felek řişkî be ḧałî ’uşret û asûdeyî min bird
le katê bû serim xałî xeyałî derdî bê toyî
meḧałe bêtewe ḧałî sirûr û ’uşret û şadîm
be new’ê wa perêşanim le ḧałî derdî bê toyî
qedî elfim le ḧesret ebrwanî keçte wek dałe
weha xem buwetewe wek ḧerfî dalî derdî bê toyî
le nałey her seḧergahim le dił sengî to me’lûme
ezanim demkojê axir me’alî derdî bê toyî
tema’î kirde êsqanim huma îmřo leber toyî
lejêr barî giranî wek cîbalî derdî bê toyî
derî ’uşret be řûma daxra lem derdî hîcrane
wicûdim bê wicûde paye małî derdî bê toyî
sitarey talî’im neḧse le burcî zu’fewe xadîmNasnava edebî
bedî hêna le xaney rimił fałî derdî bê toyî