le cyatî wîrd û ezkarî seḧer gah
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
851 Dîtin
le cyatî wîrd û ezkarî seḧergah
eçê bo ’erşî e’la nałem û ah
ke ḧelqey da be dewrî ’arîzî zułf
mîsalî burcî ’eqreb dewreyî mah
diłî yusif nejadan bê te’emmul
le bo sêwî zenex kewtûne naw çah
be îma wa diłî birdim le nakaw
mîsalî karebaw cezbî peřî kah
ke şahî ’eşq girtî qel’ey dił
le seḧnî dił çeqandî mêxî xirgah
fesadî lê biřî lem kîşwerî dił
nîzamî wa ’edalet perwerî şah
egerçî demkujê lêşim depirsê
le ewqatî nexoşîm gahu bê gah
be berzî qametî nexlî murade
be meqsed key ega her destî kutah
munacatim nebû te’sîrî xadîmNasnava edebî
meger karê bika sozî seḧergah