ser le gêjî beḧrî ẍem wa da’îma exulêtewe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  561 Dîtin
ser le gêjî beḧrî ẍem wa da’îma exulêtewe
dił leber derdî cudayî xoy le xoy etlêtewe
derdî ’eşqim zor girane bê dewaye sarîye
xo biparêzin dexîl bakes le min negrêtewe
sed dexîl meşşate yaney diłme çînî zułfekey
zor muqeyyed be newa lem berzîye berbêtewe
pê be nermî nê le çawim çawekem xarî mujem
ta neda azarî pêt kewtûmete ber pêtewe
’eybe bo ’aşiq le meḧşer ger betîrî mah řuxan
xwên le zamî cerg û diłya da’îma etkêtewe
wek tikey wîrane małe xwênî diłme eşkî çaw
ser’eka coşî le herdû çawekem etkêtewe
agirî cergim le coşaye demê sakîn nîye
ḧałetî perwane başe yek keřet ebřêtewe
derbeder bûm ey berîdî ’aşiqan badî seba
’erzî ḧałî min bere bełkî biłê babêtewe
ḧeqyetî xadîmNasnava edebî be xadîm bê eger pîrî muẍan
agirêkî wa le diłmaye ke qet nekujêtewe