sewadî zułmetî şew ’eksî tuřřeyî ’enberîn mû bû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  712 Dîtin
sewadî zułmetî şew ’eksî tuřřeyî ’enberîn mû bû
beyazî tel’etî xurşîd cîlwey řûmetî to bû
seba hergah ke eyhêna beser dił bonî zułfî to
wekû deştî seḧnî diłim bew bone xoş bo bû
kujawî ẍemzey xwên řêjî mujganit ke bûm zanîm
ke fîtney çawî mestit bû be teḧrîkî dû ebro bû
ke dił hat û esîrî dawî tuřřet bû le destim çû
tema’î murẍî bêçare be daney xałî hîndû bû
le ḧesret yusfî řuxsarî to bû kewtime kułbey ẍem
wekû ye’qûbe eḧwałim be daym ser be zano bû
beẍemzey çawekanî «batil alsiḧir»Erebît nema îmřo
leher kwê her çî saḧîr bû we yaxû herçî cadû bû
deka fehmî řimûzî me’newî bo hîcir û wesłî to
diłim çunkî kemê bo ayey «la yistiwî»Erebîçû bû
beber derkî xerabata seḧer mestane řabûrdim
ke dîm bilbil be zarî bû tewafî guł le zû çû bû
xiroş wişor wişînî xiste bezmî meclîsî ême
ke sozî nałeyî bilbil le diłma mîslî pişko bû
ezanî xadîmaNasnava edebî xermanî ’eyşit bo giřî wagirt?
şerarey agirî hîcranî yarî ateşîn xû bû