yar hate tebesum be henasey seḧerim bû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  587 Dîtin
yar hate tebesum be henasey seḧerim bû
pişkutnî ẍunçe be nesîmî seḧerim bû
nuqtey dehenî mîslî wicûdî mine mewhûm
basî heye herwek xeberî bê eserim bû
dił kewtuwete çahî zenext herweku harût
ser geşte be ẍemzet bû ke řêgey xeterm bû
meşşate be şaney ke perêşanî ekird zułf
aşîfte bû dił çendê ke min lew ḧezerim kird
nezzaremeh muḧtacî nîgahêkî dû baret
cîlwey řuxî mahit bû ke nûrî beserim bû
zułmet kedey kułbey eḧzanme her şew
bo řewşenî yadî řoxî nûrî qemerim bû
dêtne nezer cezbeyî fîkirim řuxî diłdar
te’lîmî diłî hîmmetî xawen nezerim bû
huşyarî le bê hoşîye bê derkîye derkim
lem ḧałe leber bê xeberî bû xeberim bû
xadîmNasnava edebî be îşarey nîgehî zanî be ẍemze
em şoxe kewa emrî be fermanî serim bû