her kesê ’aşîq be xurşîdî cemałî dulbere

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  645 Dîtin
her kesê ’aşîq be xurşîdî cemałî dulbere
serfirazî her dû dunyaye be dił nîk extere
xakî ẍurbet kîmyaye bo kesê xawen diłe
qetre lem gerdî yetîmî wişk eger bû gewhere
bed ’emel sed nefretî be dwawe eřwa řoj û şew
şahîdî ḧusnî ’emel teḧsînî bo sed zîwere
mesłeḧet bo qetre waye meḧwî derya bê ebed
cahîle ger xoy le diłda arezûy bo gewhere
mensebî gewher firoşî bo edeb mexsus nîye
her سەداێ ger le xamoşî hełsê gewhere
min le seyranî nefis nazanim ew bo kwê eçê
řîgeyî şu’le ezanim çende ta xaksitere
herweku şewnim le gułşen da leser bergî gułan
feyzî aw daney murẍim le dû çawî teře
ehlî dunya ’aşiqî cahin leber bê danistî
agirî sozan le çawî kudekî nadan zeře
talîbî ke’bey wîsalim wa be deşt wiherdewe
ger le pê kewtim le her kwê astanî dulbere
min eger esbabî perwazim nebê bakim nîye
tayrî řengî şiksitî xatirim bał wipeře
řaḧetî feqirit le cahu serweta dest nakewê
xakî saḧîl qîmetî xoy ger bizanî cewhere
fasîdî ḧerfî le zarî dulberim ger pê biłê
xadîmaNasnava edebî lay min beřastî ew kese peyẍembere