ta be dû nîwey nekirdûy be şimşêrî biro

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  829 Dîtin
ta be dû nîwey nekirdûy yar be şimşêrî biro
to leber demya meweste xot necat de zû biřo
to ezanî boçî ḧelqey zułfî wek çogane yar
fikirî waye ber şeqit da lem sere bitka be go
çawu ẍemzey her le fikirî kuştinî ton řoj û şew
her le tedbîrî nemanî ’aşîqanin xo bexo
nexlî umêdim xezanî matemit bû wişkî kird
çawenorî awî lutfî tom heta derka çiro
min sergerdan wişêt wicîlweyî nazî to bûm
’alemê ḧeyranî min bûn wimnîş ḧeyranî to
patewarêkim nîye xwênim bisênê ta leto
şî’rekanim paşî kuştin bom biken ger babeřo
bêstûnî ẍem be têşey sebir eger çarî bikey
wanebê wek kuhken axîr debê to řenceřo
ger xirîdarî le bazařî miḧebbet ḧusnî yar
neqdî canit ger nedey lem bey’eda etken tiřo
metłebit dest nakewê xadîmNasnava edebî le řêgey ’eşqî yar
ta le çawit xwên nebarê to le cergit bonî so