bałî kêşawe beser sefḧey cebînî dû biro

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  588 Dîtin
bałî kêşawe beser sefḧey cebînî dû biro
řûbeřûy xurşîdî taban xencerî kêşa biro
wek hîlal enwênê îmşew wa le burcî asman
wek qedeḧ ma’îl be keç cîlwe û îşarey ebro
nergisêkî way nebû gułşen nederya mewcî da
ewwełen fîtney dû çawî sanyen emca biro
min be pîrî hem nebûm ẍafił le ’eşqî řûyî yar
qametî dûtam îşarey bû nîşanî da biro
qet be îmay xeyałî da îşaret řêy nebû
’alemî bała meqam û mewcî îstîẍna biro
afetî îmkan xeram û fîtney dewran qyam
ẍaret afatî nîgahu şořşî dunya biro
min leher xakî xeyałî secdeyekim boy biba
bem xeyałe zû leser em xakeda eřwa biro
sed teḧeyur besmilî nazî ton herdû cîhan
ger leser lewḧî cebînit tîẍî hełkêşa biro
muddetê xadîmNasnava edebîbe xwênî to bû tînû axrî
em demî tîẍey be xwênî to bû awî da biro