dił legeł zułifit ke bestî ’ehd û peymanî tewaw

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  630 Dîtin
dił legeł zułifit ke bestî ’ehd û peymanî tewaw
cê be جەێ zanîm necatî nabê hergîz ew le daw
taqetî awêne kwa bo pirtewî řuxsarî to
neqşî řuxsarit le senga ger bikêşê ebte aw
key buwe ahûy nazk rawî şêrî ner bika
dulberî ma wa şikarî dił eka emřo be çaw
gerçî řûtim mişterî řûtim be neqdî can widił
pîşeyî řûte be daym bête ber şu’ley hetaw
basî behram û xedengî û řostemîş ebřêtewe
ger le meclîs basî mujganî xedengî bête naw
yek nimûney ’eşqî şor engêz û řîswayî mine
şorşî ferhad û şîrîn qeys û leyla bête naw
bextyarîy ’eşqite xadîmNasnava edebî lîbasî mîḧnetit
qet be mirdû nadrê emwalî dunya ẍeyrî caw