ew kesey payey le ’eşqa dest ekewt perwane bû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  659 Dîtin
ew kesey payey le ’eşqa dest ekewt perwane bû
kes wekû ew bo nîsarî canî bê perwane bû
bulbulîş her çend ke lafî ’îşqibazî lê eda
ta le axirda temaşam kird keçî em wanebû
dił ke ḧelqey zułfî zincîrî nîgarî dî be çaw
řû le seḧrayî cinûn bû ’aqîbet dêwane bû
řû le mescîd bûm le şewda bo ’îbadat widu’a
dîqetim kird min le axir goşeyî meyxane bû
tabe nûrî bade keşfî zułmetî teqwa bikem
ta seḧer karim legeł saqî û meyî û peymane bû
mewcî nûrî cîlweyekî da be dîru ke’beda
agirî singî senem şem’î řuxî bitxane bû
ger doşî mey neş’eyekî wa be şem’î cem’ da
lem xumarey min qedeḧ wek gerdoşî peymane bû
matem û sûrim le ’eşqa dest le aẍoşî yekin
xendey mînayî mey lem giryey, mestane bû