dulberî seruqed û şîrîn řû
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1530 Dîtin
        
        
    dulberî seruqed û şîrîn řû
diłî birdim be ẍemzey cadû
ke perêşan eka beser şanî
tuřřey zułfî sîlsîle mû
buwe pabendî dił weku mecnûn
ḧelqey zułfî yarî leyla xû
min û bilbil be şew enałênîn
ew lebo řûyî guł minîş bo to
min û perwane dû be dû sûtayn
ew be şem’ û minîş be cîlwey tû
min wiqumrî fuẍan ekeyn bo to
ew ełê «yakirîm»Erebî wimin «yahû»Erebî
min łe řojê ke dîm cemałî to
řiştey ’eqił û dîn le destim çû
diłî birdim be ẍemzey cadûy
ser le pênawya be dûy da çû
wekû şêx dûr le mezheb û dînim
le nîgahî dû çawî wek ahû
«xadîma»Nasnava edebî karî min be zennare
le nîgahêkî yarî tersa xû