dulberî seruqed û şîrîn řû

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  795 views
dulberî seruqed û şîrîn řû
diłî birdim be ẍemzey cadû
ke perêşan eka beser şanî
tuřřey zułfî sîlsîle mû
buwe pabendî dił weku mecnûn
ḧelqey zułfî yarî leyla xû
min û bilbil be şew enałênîn
ew lebo řûyî guł minîş bo to
min û perwane dû be dû sûtayn
ew be şem’ û minîş be cîlwey tû
min wiqumrî fuẍan ekeyn bo to
ew ełê «yakirîm»Arabic wimin «yahû»Arabic
min łe řojê ke dîm cemałî to
řiştey ’eqił û dîn le destim çû
diłî birdim be ẍemzey cadûy
ser le pênawya be dûy da çû
wekû şêx dûr le mezheb û dînim
le nîgahî dû çawî wek ahû
«xadîma»Pen name karî min be zennare
le nîgahêkî yarî tersa xû